Serokê Navenda Lihevanîna Terefan a li Sûrîyê yê Rûsyayê Tumgeneral Yurîy Borenkov derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Borenkov di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Ji ber ku terefa Tirkîyê beşdarî wezîfeya dewrîyê ya hevpar nebû wezîfeya dewrîyê bes ji teref leşkerên Rûsan ve li herêma Hasekê hat îcrakirin.”(ÎLKHA)