Berî vê 2 rojan li Miksa Wanê şape ketibû û di encama bûyera ku pêk hatibû de 5 kes canê xwe ji dest dabûn, 7 kes birîndar bûbûn û 2 kes jî di bin berfê de mabûn.

Doh ji bo 2 kesên ku di bin berfê de mane bên derxistin xebat hatibû destpêkirin ku di dema xebatê de şapeya duyemîn bi ser ekîbên rizgarkirin û lêgerînê de ket.

Di encama şapeya duyemîn a ku li Miksa Wanê ket de 33 kes canê xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.

Li herêma şapeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)