Di hevdîtina ku hat kirin de Zarîf “Projeya Peymana Sedsalê” ya xeyrî însanî ya Trump bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ew li dijî planê destekê didin gelê Filistînê.

Zarîf di hevdîtinê de her wisa diyar kir divê komên Filistînî li dijî planê rabin û dû re wiha got: “Îran ew ê destekê bide micedeleya meşrû ya gelê Filistînê.  Divê di asta navneteweyî de li dijî projeya Amerîkan-siyonîzmê bê derketin.”

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hamasê jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir ew ê her tim li dijî îşxala rejîma siyonîst birawestin û ew  ji ber desteka ku ji wan re tê dayîn ji Îranê teşekkur dikin.(ÎLKHA)