Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ve hat belavkirin, di encama coronavîrusa ku li Çînê derket heta niha 491 kes ji ber vîrusê mirin. Rewşa 3 hezar û 219 kesên ku bi vîrusê ketine giran e.
Li Çînê ji ber coronavîrusê her ku diçe rewş xeteretir dibe. Ji ber ku coronavîrus bi şiklekî lezgîn belav dibe Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê rewşa acîl îlan kir.(ÎLKHA)