Xortên alema Îslamê di peyama ku dan de destnîşan kirin bila îxtîlafa di nav alema Îslamê de bi dawî bibe û digel temamê cudahîyên xwe bila Mislimanan werin ba hev û bibin yek.

Xortên Misliman ên Endonezya, Senegal, Fas, Iraq, Kurdistan, Sudan, Sûrîye, Somalî, Pakistan, Tunus, Cîbutî, Filistîn, Çeçenistan, Malezya, Morîtanya û Lîbyayî bi zimanên xwe gotin ku “Em Ummetek in” û ji dinyayê re peyama wehdeta Mislimanan dan.(ÎLKHA)