Malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatiye revandin ev bû 155 roj ku li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê dikin. Harun Açanê lawê Necla û Metîn Çîftçîyê ku li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirt ji PKKê revîya û teslîm bû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Harun Açan doh êvarî hat Derîyê Sînor a Xaburê ya li Sînora Şirnexê û teslîm bû. Harunê ku ji PKKê revîya û teslîm bû li Midûrtîya Ewlehîyê ya Diyarbekirê bi dê û bavê xwe re hevdîtin kir.

Digel Harunê ku teslîm bû hejmara kesên ku ji PKKê revîyan û teslîm bû derket 5an.(ÎLKHA)