Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Mustazafan ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Em ê sibe li dijî plana ‘Îxaneta Sedsalê” piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin ji bo Amerîkayê şeytanê mezin û siyonîstên îşxalker telîn bikin daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî tertîp bikin. Em temamê xelkê xwe vedixwînin vê daxuyanîyê.”(ÎLKHA)
Li Diyarbekirê dê ji bo Qudsê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bê tertîpkirin
Ji teref Cemîyeta Mustazafan ve li Diyarbekirê dê sibe piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin li dijî plana “Îxaneta Sedsalê” daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bê tertîpkirin.
30.01.2020 13:40:11 / Xeberen Kurdi