Di daxuyanîya ku hat belavkirin de plana ku ji teref Trump ve hat belavkirin wek “zalimane” hat wesfandin û hat diyarkirin bi plana ku qala wê tê kirin bi şikleke eşkere mafên Filistînîyan tê îhlalkirin.

Talîban di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Beytul Maqdîs qibleya ewil a ummeta Îslamê ye. Filistîn a gelê Filistînê ye. Ji ber vê yekê ev mesele nikare bê nîqaşkirin” û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Werin em tevde bixebitin da ku dawî li vê zilmê bînin. Hamleyên bi vî awayî dê bibin sedem ku pevçûna li Rojhilata Navîn zêdetir bibin.”(ÎLKHA)