Husameddîn Aşînayê Şewirmendê Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê pêşnîyaza Trump wek “peymana di navbera Amerîka û rejîma siyonîst de” wesfand.
Aşîna di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Amerîka bi vê gava ku avêt wan qerarên Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî îhlal dike û dû re wiha got: “Em hêvî dikin ku li Filistînê întîfadeyeke nû dest pê bike.”
Cewad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî destnîşan kir, ev pêşnîyaza Trump ji bo herêm û cîhanê “kabûsek e” û dû re wiha got “Ez hêvî dikim ku ev yek ji bo wan Mislimanên ku bi hevdû dilebikin bibe wesîle da ku bela xwe ji hevdû vekin û berê xwe bidin dijminê xwe.”(ÎLKHA)