Qeza derdora wextên şeveqê de li ser Rêbeja Riha-Entabê li nêzî gundê Kuêuk Anliyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi zirx a leşkerîyê ya ku aîdî Fermandarîya Tugaya bi Zirx a 20emîn e ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 4 leşker birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)