Êrîş li Sokoloya li bakûrê Bamakoyê pêk hat. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin nêzî 100 êrîşkarên ku bi motoran hatibûn êrîş birin li ser kampa leşkerî û 19 leşkeran kuştin û 5 leşkeran jî birîndar kirin.

Li bakûrê Malîyê pevçûna çekdarî ya di navbera hikûmet û komên cudaxwaz de di sala 2012an de dest pê kir û heta niha di pevçûnan de heta niha bi hezaran leşker û sîwîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.(ÎLKHA)