Lijneya HUDA PARê ji teref Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ve hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de derheqê çend mijaran de nirxandin hat kirin û lijneya HUDA PARê ji ber Kursên Qur’anê û kreşên ku ji bo zarokên 4-6 salî hatine vekirin ji Erbaşî re teşekkur kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtinê de ew tehlûkeyên ku sazîya malbatê pê re rû bi rû mane hatin nirxandin û hat diyarkirin muhafazaya dahata civakê bi  ewlehîya sazîya malbatê ve girêdayê ye.

Lijneya HUDA PARê ji ber mazûvantîyê ji Erbaş re teşekkur kir.(ÎLKHA)