AFAD: 20 kes canê xwe ji dest dan 1015 kes birîndar bûn
Ji teref Serokatîya Birêveberîya Rewşa Acîl û Afetê ve hat ragihandin ji ber erdheja di mezinahîya 6.8an li Xarpêt, Malatya, Diyarbekir, Semsûr, Êlih, Mereş û Rihayê 782 kes birîndar bûn.
25.01.2020 08:50:07 / Xeberen Kurdi
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber erdhejê li Xarpêtê 16 kes û li Malatyayê jî 4 kes canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin piştî erdheja ku li Sîvrîceya Xarpêtê pêk hat re li herêmê tevde 147 erdhejên biçûk pêk hatin.(ÎLKHA)