Hat ragihandin di encama êrîşa ku ji teref Rûsyayê ve bi balafirên şer li Herêma Kêmkirina Regeşîyê ya li Îdlîbê hat kirin de 12 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Rûsya bi balafirên şer êrîş bir li ser çend wargehên ku bi ser Îdlîbê ve girêdayî ne. Di encama êrîşa ku hat kirin de 12 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan ku di nav van kesên ku canê xwe ji dest dan de zarok û pîrek jî hene.(ÎLKHA)