Josep Borrellê Temsîlkarê Bilind ê Pêwendîyên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê  piştî civîna Wezîrên Karên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê daxuyanîyek belav kir.

Borell di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Wezîrê Karên Derve yê Kibrisê di warê xebatên sondajê de me agahdar kir. Koma xebatê ya ku bi mijarê re eleqedar e, xebatên xwe yên amadekirina lîsteya navan ên ku dê li dijî wan mueyyîde bên tetbîqkirin didomîne.”(ÎLKHA)