Hat ragihandin Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê Evdilkerîm Çevîkê Şêxê Neqşebendîyê ku li Norşîna Bidlîsê di êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da peyama tazîyê weşand.

Saglam di peyama ku weşand de wisa got: “Şêx Evdilkerîm Çevîkê ji Şêxên Neqşebendî di êrîşeke menfur de canê xwe ji dest da ku ez bi xebera mirina wî xemgîn bûm. Ez êrîşa ku hatiye kirin bi tundî şermezar dikim û ji Xweda ji bo Seyda Evdilkerîmê Xoceyê me rehmet dixwazim û ji bo malbat, nasên wî û ji bo xelkê me jî serxweşîyê dixwazim.”(ÎLKHA)