Hat ragihandin li Keşana navçeya Edîrneyê di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Keşana Edîrneyê wesayîta bi plaqeya 22 FU 111 û wesayîta bi plaqeya 17 ET 783 li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)