Berî vê du rojan polêsê Misirê li Qahîrê di ser ofîsa AAyê de girtibû û 4 xebatkarên AAyê desteser kiribû.

Hat hînbûn ji 4 karkerên AAyê yên ku li Misirê hatibûn desteserkirin xebatkarek hat berdan.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê AAyê Kazanci ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Kazanci di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Ji 4 karkerên AAyê yên ku li Misirê hatibûn desteserkirin xebatkarê bi navê Hîlmî Balci hat berdan.Em bendewar in ku yên din jî bên berdan.”(ÎLKHA)