Hat ragihandin li Veerulama bajêra Afrîkaya Başûr sûîqast li Şêx Ûsif Deedatê Afrîkaya Başûr ê ku lawê Ehmed Deedatê teblîxvanê Îslamê bû hat kirin.
Polêsê Afrîkaya Başûr derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyar ve êrîşa çekdarî li Şêx Ûsif Deedat hat kirin.
Şêx Ûsifê ku li ber devê mehkemê lê sûîqast hat kirin hat rakirin nexweşxanê û rewşa wî giran e.
Tê diyarkirin kesê êrîşkar piştî cihê êrîşê revîya.
Ahmed Deedatê ku bavê Şêx Ûsif Deedat e eslê xwe Hîndistanî ye û li tevahîya cîhanê dihat nasîn.(ÎLKHA)