Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew leşkerên ku li erdnigarîya Îslamê ne dibe ku bikevin xeterê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Leşkerên Amerîkayê di bin xeterê de ne. Em dixwazin ku hûn ji vê herêmê derkevin, lê ne bir şer, bi şiklekî maqûl. Ev yek dê li feydeya we be.”(ÎLKHA)