Hat ragihandin di encama operasyona ku li Stenbolê hat lidarxistin de 127 milyon dolarên sexte hatin bidestxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ekîbên Şubeya Malî ya Midûrtîya Ewlehîya Stenbolê li Kagithane û Sariyera Stenbolê operasyon lidarxistin.

Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 127 milyon dolarên sexte hatin bidestxistin û 8 kesên şikdar jî hatin binçavkirin.

8 kesên şikdar piştî muameleyên li ewlehîyê hatin sewqkirin mehkemê. Ji 8 kesên ku hatin sewqkirin mehkemê 4 kes hatin tewqîfkirin û 4 kes jî hatin berdan.(ÎLKHA)