Serokê Temsîlkaran Akîle Salihê ku terefdarê Hafterê darbeker e gotibû “ji ber hûrmeta Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn” bersiveke erênî dane banga hevpar a agirbestê ya ku ji teref Rûsya û Tirkîyê ve hatibû kirin.

Salihê ku derbarê agirbestê de daxuyanî da derbarê mijarê de got “Agirbest ji bo me bi dawî bû, ew ê şer û pevçûn berdewam bikin.”

Piştî vê daxuyanîyê terefdarên Hafterê darbeker êrîş birin li ser Trablusê.(ÎLKHA)