Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Taşliya gundê Şîrwana Sêrtê kesê bi navê A.C. ji ber ku qîza xwe di emrê ciwan de zewicandibû derheqê wî de doz hat vekirin û di encama dozê de jê re 3 sal û 4 meh cezaya hepsê hat dayîn. A.C.yê ku jê re 3 sal û 4 meh ceza hatibû dayîn di encama îxbara ku hat kirin de hat tewqîfkirin û hat şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê.

Gundîyên ku derbarê mijarê de axivîn destnîşan kirin, bûyer ne bûyera “îstîsmara zayendî” ye, bes ji ber ew qîza xwe di emrê ciwan de zewicandiye hat tewqîfkirin ku e  yek ne ya qebûlkirinê ye.

“Malbata wê pîreka ku bav û zilamê wê hat tewqîfkirin tarûmar bû û zarok di holê de man”

Gundîyên ku derbarê mijarê de axivîn wisa gotin: “Weke ku tê zanîn li herêma me emrê qîzan li nifûsê biçûk tê danîn.  Gundîyê me jî wisa kiriye û dema ku wextê zewaca qîza wî hatiye zewicandiye. Niha nevîyên wî hene.  Piştî ku 5-6 sal ji ser zewaca qîza wî derbas dibe derheqê wî de ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ doz vekirine û 3 sal û 4 meh ceza jê re birîne. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Malbata wê pîreka ku bav û zilamê wê hat tewqîfkirin tarûmar bû û zarok di holê de man. Tiştê jê ecêbtir wanan avêtin koxuşa tecawuzkar û dizan. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Walîtîya Sêrtê bi daxuyanîya ku belav kir bûyerê piştrast kir û got ku A.C. yê ku ji sûcê “îstîsmara zayendî” 3 sal û 4 meh jê re ceza hatibû dayîn di encama îxbara ku hat kirin de di têketina gund de hat girtin.(ÎLKHA)