Hat ragihandin li Pakistanê ji ber berfa ku zêde barîya şape ket, di encama bûyera ku pêk hat de 57 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Belucistana parêzgeha Pakistanê ji ber berfa ku zêde barîya şape ket û rê hatin girtin. Di encama bobelata ku pêk hat de 57 kes canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin ji bo kesên ku di rê de mahsûr mane bên xelaskirin ji xebat hatin destpêkirin. Di encama xebatan de 500 kesên ku mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)