Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Qabûs bîn Saîdê Siltanê Ummanê yê ku doh wefat kir peyama tazîyê weşand.

Erdogan derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Erdogan di daxuyanîya xwe de diyar kir, “Ez ji Xwedê ji bo Qabûs bîn Saîdê Siltanê Ummanê rehmet daxwaz dikim û serê xelkê Ummanê sax be.”(ÎLKHA)