Mevlud Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê û Wezîrê Karên Derve yê Ganayê Shirley Botchway hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtina ku hat kirin re Çavuşoglu û Botchway daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan.

Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya ku da bang li Rûsyayê kir da ku li di warê îlankirina agirbestê ya Lîbyayê de gav bavêje û dû re wiha got: “Tiştê ku diket para me, me kir. Me bi Trablusê re xeber da û ew jî diyar kirin ku ew destekê didin daxuyanîya hevpar. Lê belê Hafter daxuyanîyeke wisa neda; daxuyanîyên berewajî da. Em bendewar in ku Rûsya Hafterî îqna bike.”(ÎLKHA)