Daxuyanî ji teref rayedarekî paye bilind ê Amerîkayî yê ku nedxiwast navê xwe bide ve hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin; roja ku General Qasim Silêmanî hat qetilkirin li Yemenê jî Amerîka berbirsê Hêza Qudsê yê li Yemenê Abdulrizaî Şahlaî hedef girt, lê Amerîka di êrîşê de bi ser neket.
Berî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê destnîşan kiribû; ji bo darbe li çavkanîyên îqtîsadî yê Hêza Qudsê bê xistin ji kesên ku agahî bidin re 15 milyon dolar xelat bê dayîn.(ÎLKHA)