Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê balafira Ukraynayê ya ku hat diyarkirin “bi xeletî” hatiye xistin xwarê de daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.

https://ilkha.com/kurmanci/cihan/ranbalafira-ukraynay-bi-xelet-hat-xistin-17836

Rûhanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “ Di vê pêvajoyê de ji ber xetayeke însanî mûşekek hat avêtin û facîayeke ku bû sedema mirina bi dehan kesan. Ev ne meseleke ji rêzê ye. Tahqîqata derheqê facîa û failan de berdewam dike. Divê derheqê berpirsên vê bûyerê de lêpirsîna pêwîst bê kirin. Her wisa ji bo ku cardin tiştên wisa pêk neyên kêmasî bên tedarikkirin.”(ÎLKHA)