Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser telefonê hevdîtin kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Ragihandinê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser telefonê hevdîtin kirin, di hevdîtina ku hat kirin de rageşîya di navbera Îran û Amerîkayê de, geşedanên dawî yên li Sûrîyê û Lîbyayê hatin nirxandin.(ÎLKHA)