Hat ragihandin li Rihayê di bergeha micadeleya bi bûyerên qeçaxvanîyê de 31 hezar lître sotemenî hat bidestxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Cendirmeyan a Bajara Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 3ê Çileyê de li Bêrecûka Rihayê di encama operasyona ku hat lidarxistin de 31 hezar lître sotemenî hat bidestxistin û kesekî ku têkilîya wî bi bûyerê re hebû jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)