Hat ragihandin li Amasyayê di navenda danûstandinekê de şewat derket, di encama şewata ku derket de 2 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Şewat li Merzîfona navçeya Amasyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navenda danûstandineke 5 qetî ya li ser Kolana Cumhurîyetê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket.
Di encama şewata ku derket de 2 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)