Hat ragihandin li Mazenderana parêzgeha Îranê di encama qezaya otobusê de 20 kes canê xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên li hatine wergirtin otobusa ku seferê Tahran-Kunbedê dikir li mewqîya Duaba girêdayê parêzgeha Mazenderanê  qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 20 kes canê xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)