Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê êrîşên ku ji teref Amerîkayê ve li Iraqê hatin kirin û êrîşên ku li Mogadîşuyê hatin kirin de nirxandin hatin kirin.

Êrîşên Amerîka yên li Iraqê

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de êrîşa ku ji teref Amerîkayê ve li Iraqê hat kirin û tê de rayedarên Îran û Iraqî hatin hedefgirtin de wiha axivî: “Amerîka di wan rojên borî  êrîş bir li ser 3 baregahên hêzên mîlîs ên ku girêdayê artêşa Iraqê ne. Di van êrîşên ku hatibûn lidarxistin de 28 kes canê xwe ji dest dan.  Herî dawî koma ku General Qasim Silêmanîyê Îranî jî di nav de bû ji teref Amerîkayê ve hat hedefgirtin. Amerîkayê ku di sala 2003an de bi navê operasyona azadîyê Iraqê îşxal kir, bi êrîşên provakatîf di serî li Iraqê û bi tevahî li temamê herêmê rageşîya zêde dike. Li Iraqa ku lê ji meha cotmehê vir ve  xwepêşanên komî û çalakîyên tundîyê zêde bûne, qeyrana siyasî zêde bûye di bin navê ‘êrîşên parastinê’ de qatlîam hatin kirin ku bi yekê tê armanckirin ew alozîya heyî zêde bibe. Trump bi hedegirtina rayedarên Îranî dixwaze ku li herêmê projeyeke nû ya şer bide destpêkirin.”

 “Li dijî mudaxeleya Amerîkayê dibê temamê komên îdeolojîk, dînî û siyasî werin ba hev, bibin yek û ferqa mezhep û îdeolojîyê nexin nav xwe”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, ji bo dawî li hebûna Amerîkayê ya li Iraqê bê anîn pêwîst e ku gav bên avêtin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Li dijî mudaxeleya Amerîkaya ku li ber îstîqrara Iraqê asteng e  û polîtîkaya ewlehîya welat hildiweşîne,  divê temamê komên îdeolojîk, dînî û siyasî werin ba hev, bibin yek û ferqa mezhep û îdeolojîyê nexin nav xwe. Ji bo dawî li hebûna Amerîkayê ya li Iraqê bê anîn pêwîst e ku bi lez gav bên avêtin. Amerîkayê ku berî niha destnîşan kiribû ku ew ê hebûna xwe ya leşkerî ya li Rojhilata Navîn kêm bike niha di bin hinceta ewlehîyê de leşkeran dişîne wan baregahên xwe yên li herêmê û ji vê jî tê famkirin ku Amerîka bi vê yekê dixwaze îşxalê berfireh bike.  Amerîka heta îro çûbe kû derê  bi xwe re alozî û şer  biriye wê derê. Ev Amerîka bi baregahên xwe yên li wan welatan rasterast mudaxeleyî derdora sîyasî ya li welatan dike û li gorî berjewendîyên xwe tesîr li polîtîkayên ewlehî û parastinê yên wan welatan dike.  Ji ber vê yekê ew qerara Hikûmeta Navendî ya Iraqê ya “derxistina leşkerên welatên bîyanî ji axaên Iraqê” muhîm e. Ji bo ev qerar bê sepandin divê welatên derdorê û sazîyên navneteweyî bibin xwedî erk.”

 “Divê Amerîka û rejîma îşxalê ji axên Îslamê bên derxistin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de bang li Tirkîyê kir û jê xwest; divê Tirkîye ji wan bûyerên li Iraqê ders û ibret bigire û baregahên Amerîka yên li Tirkîyê bigire. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bûyera ku herî dawî rû da nîşanî me da ku divê em li dijî Amerîka û rejîma îşxalê pêkve hereket bikin û heta ku Amerîka û rejîma îşxalê ji axên Îslamê neyên derxistin ew ê hizûr û silh neyê herêmê. Bi vê wesîlê ez bang li Tirkîyê dikim: divê Tirkîye ji wan bûyerên li Iraqê ders û ibret bigire û baregahên Amerîka yên li Tirkîyê bigire.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe qala wan êrîşên ku li Somalîyê hatin kirin û tê de nêzî 90 kesên sîwîl mirin kir û ji Xweda ji bo wan kesên ku canê xwe ji dest dane rehmet û ji bo birîndaran jî şîfa teleb kir.(ÎLKHA)