Hat ragihandin bakûrê Baxdaya paytexta Iraqê du wesayît hatine hedefgirtin û di êrîşa ku hat kirin de 6 serokên Haşdî Şabî canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref televîzyona dewletê ya Iraqê  El-Iraqîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li herêma Tacîyê êrîşa duyemîn li Haşdî Şabî hat kirin û di encama êrîşa ku hat kirin de 6 rayedarên Haşdî Şabî mirin.

Haşdî Şabî bûyer tekzîb kir

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Haşdî Şabî ve hat belavkirin kesên ku di êrîşê de mirine ne birêveberên rêxistinê ne û wesayîtên ku hatine hedefgirtin wesayîtên tendurîstîyê yên ku girêdayê rêxistinê ne.(ÎLKHA)