Hat ragihandin Mahkemeya Umdurmanê ya lu Hartuma paytexta Sûdanê di bergeha doza ku dihat dîtin de ji 29 kesên ku tê diyarkirin di xwepêşanên di dewra Omer el-Beşîr de xwepêşdarêkî bi îşkencê kuştine re cezaya îdamê da.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hakimê mehkemê ji malbata Ahmed el-Hayr pirsa “hûn ji bo bersûcan efûyê dixwazin an qisasê” kir, malbatê jî got ku ew qisasê teleb dikin.

Ji ber vê yekê hakimê mahkemê derheqê 29 endamên ewlehîyê yên ku eleqeya wan di kuştina Ahmedî de heye re cezaya îdamê da.(ÎLKHA)