Hat ragihandin ji ber êrîşên ku ji teref Rûsya û rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê tên kirin di 3 rojan de nêzî 50 hezar sîwîl ji Îdlîbê koçî sînora Tirkîyê kirin.

Koordînatorîya Mudaxelê ya Sûrîyê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, hejmara kesên sîwîl ên ku ji ber êrîşan ji Îdlîbê koçî sînora Tirkîyê kirine derket 264 hezar kesan.(ÎLKHA)