Erdogan di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Ez wê êrîşa terorê ya ku li Mogadîşuyê hat lidarxistin telîn dikim û ez ji Xweda ji bo 2 welatîyên me û Somalîyên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dan rehmet û ji bo birîndaran jî şîfayê teleb dikim. Ez ji bo milletê me û gelê Somalîyê yê ku birayê me ne tazîyeyên xwe tînim zimên. Tirkîyê her tim li ba Somalîyê ye.”(ÎLKHA)
Erdogan: Tirkîyê li ba Somalîyê ye
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Mogadîşuya Somalîyê hat lidarxistin de destnîşan kir “Tirkîyê her tim li ba Somalîyê ye.”
29.12.2019 10:15:10 / Xeberen Kurdi