Ji teref Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê ve derbarê şandina leşkerê Tirkîyê bo Lîbyayê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Altun di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir Hikûmeta Lîbyayê desteka leşkerê Tirkîyê daxwaz kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Weke ku Serokomar Erdogan got, elbet em ê peymana xwe bixemlînin. Em bi qerar in ku berjewendîyên xwe muhafeze bikin û li Behra Spî îstîqrarê tesîs bikin.”(ÎLKHA)