Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarên mîna Peymana Sedsalê, Forma Penaberan a Kûrewî, mueyyîdeyên ku li hember Tirkîyê tên sepandin û Lûtkeya Malezyayê de nirxandinan kir.
Projeya Peymana Sedsalê û jiyangehên îllegal
Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê Peymana Sedsalê de diyar kir, hûrgilîyên wê “Projeya Peymana Sedsalê” ya ku zavayê Trump jê re pêşîvantî dike nehat parvekirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Lê belê ji ber ku birêveberîya Netanyahu bi qrîza siyasî re rûbirû maye amadehîyan ji bo daxuyandina hûrgilîyên peymanê dike.Bi vê projeya ku ji problema Filistînê çareserîyê waad dike; lê di rastîyê de ji hêla îqtîsadî, siyasî û leşkerî ve ji bo berjewendîya rejîma îşxalê ye tê xwestin ku heqên meşrû yên gelê Filistînê ji destên wan bistîne. Li gorî peymanê ew ê hinek welatên herêmê yên ku peymanê qebûl kirine dê pereyeke gelek zêde bidin rejîma îşxalê û hewl bidin da ku berxwedan ji holê bê rakirin û dû re ji hêla dînî û qewmî ve li herêmê paqijî bê kirin. Berî niha Quds ji teref Amerîka ve wek paytexta rejîma îşxalê hatibû naskirin û li ser axên Girên Golanê desthilatdarîya siyonîstan ji teref Amerîka ve hatibû qebûlkirin ku dema peyman hat daxuyandin tê fêmkirin ku ew ê polîtîkayake çawa li herêmê bê şopandin.
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li gorî hinek hûrgilîyên peymanê yên ku bi şiklekî bi çapemenîyê re hatine belavkirin tê îddîakirin ku peyman li gorî feydeya gelê Filistînî ye, lê belê wekek ku komên berxwedanê jî diyar dikin ev peyman ji sedî sed dijberîya gelê Filistînê dike. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger peyman bê qebûlkirin ew ê wê demê rejîma îşxalê meşrû bê nîşandan. Divê welatên herêmê û rayagiştî ya Mislimanan serê xwe bi meseleya Filistînê biêşînin û bêxem nebin, her wisa divê ji planeke çareserîyê ya ku axên Filistînê ji bin îşxalê xelas bike re pêşîvantîye bikin.”
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê mijarê din de wisa nirxandinan kir:
Forma Penaberan a Kûrewî
Her çi qas Forma Penaberan a Kûrewî bi armanca çareserîya maddî ya ji bo penaberan hatibe lidarxistin jî, ji ber ku hinek welatên beşdarvan di warê jiyana îqtîsadî û civakî ya penaberan de sînoran danîn û gotinên nîjadperest bi kar anîn tesîskirina çareserîyeke mayînde zehmet e. Divê Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di vî warî de ji bo penaberan tiştinan bike.Bi heman awayî ji bo çareserkirina problemên wan welatên ku lê şerê navxweyî heye û însan hê koç dikin jî hinek xebat bên kirin.”
Mueyyîdeyên ku ji teref Amerîkayê ve li hember Tirkîyê ve tên sepandin
Divê li dijî mueyyîdeyên ku tên sepandin baregahên leşkerî yên Amerîkayê bên girtin. Her wisa divê Tirkîyê ji bo van gavên Amerîkayê tedbîrên ciddî û muhîm bistîne. Divê ew baregahên leşkerî yên ku di polîtîkaya Rojhilata Navîn de ji bo Amerîkayê gelek muhîm in bên girtin. Ji bilî van tiştan divê Tirkîye wê endamtîya xwe ya li NATOya ku li gor menfeatên Amerîkayê hereket dike cardin bifikire.Lewra Amerîka ji bo NATOyê di polîtîkayên xwe yên dagirkerîyê de bi şikleke çalak bi kar bîne û bi yekê dixwaz welatan di warê îqtîsadî û siyasî de dorpêç bike.
Lûtkeya Malezyayê
Di lûtkeya ku li Malezyayê hat tertîpkirin de gelek mijarên muhîm ên ku ummeta Îslamê eleqedar dikin hatin nirxandin.Divê ew Lûtkeya Malezyayê bê destekkirin. ew gotinên ku di lûtkeyê de hatine gotin xwe di îcraatê de nîşan bidin.(ÎLKHA)