Hat ragihandin birêveberîya Trump li ber pêşnûmaya qanûnê ya ku pê tê xwestin ji ber peymana Mûşekên S-400 li hember Tirkîyê mueyyîde bên sepandin rabû.

Di wan rojên borî de komîsyona senatoyê ya Amerîkayê qerar da ku ji ber peymana S-400 a ku di navbera Tirkîyê û Rûsyayê de hatiye kirin li hember Tirkîyê mueyyîde bên sepandin.

Tê îddîakirin ji ber vê qerara senatoyê birêveberîya Trump nerazîbûna xwe ji bo komîsyona senatoyê anî zimên û destnîşan kir “Ev qerar dê NATOyê qels bike û di warê tedarikkirina çekan de Tirkîyê zêdetir nêzî Rûsya û welatên din ên dijmin bike ku biya me ew ê ev yek bibe sedema zirardîtina ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê.”(ÎLKHA)