Hat ragihandin 3 serokên şaredarîyê ji ber “kirina propagandaya rêxistina terorê” û serokekî şaredarîyê jî ji ber “endambûna FETO” teref Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfê hatin girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Serokê Şaredarîya Kopê Adnan Topçu û Serokê Şardarîya Vartoyê Ulku Karaaslan Baytaş û Serokê Şaredarîya Erentepeya Kopê Dîlawer Kesîk  ji sûca “endambûna rêxistina terorê”  û Serokê Şaredarîya Urlayê Îbrahîm Burak Oguz jî ji sûca “endambûna FETO” ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfê hatin girtin û di şûna wan de qeymeqamên navçê hatin tayînkirin.(ÎLKHA)