Ew ê îro ji bo Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bê ezilkirin deng bê dayîn. Berî dengdayîna ku dê bê kirin Trump ji Nancy Pelosîyê Serokê Meclîsa Temsîlkaran nameyek şand û derbarê dengdayîna ku dê bê kirin de wiha got: “Ev yek xeyrî qanûnî û teşebûseke darbê ya partîzanî ye. Hûn pêvajoya ezlê ya ku tu derbasdarîya wê tune ye didin berdewamkirin ku hûn bi vê yekê ji sonda xwe ya wezîfê re îxanetê dikin û li hember demokrasîya Amerîkayê şer didin vekirin.”(ÎLKHA)