Hat ragihandin li termînala kargoyê ya Balafirgehê Stenbolê  tonek û 745 kîlo tiryak hat bidestxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji teref ekîbên Muhafazê yên Gumrukê ve li termînala kargoyê ya Balafirgehê Stenbolê  tonek û 745 kîlo tiryak hat bidestxistin.

Tê diyarkirin tiryka di nav kargoya ku ji Endonezyayê hatiye û ber bi Amerîkayê ve diçe de hatiye girtin.

Lêpirsîna ku derheqê tiryakê de hat destpêkirin hêj berdewam dike.(ÎLKHA)