Hat ragihandin di operasyonên ku li navend û navçeyên Mêrdînê li dijî HDP/PKKê hatin lidarxistin de 11 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Artuklu, Nisêbîn û Qosera Mêrdînê di heman wextî de di ser çend navnîşanan de hat girtin. Di encama operasyonên hemwext ên ku li dijî HDP/PKKê hatin lidarxistin de 11 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Hat hînbûn di nav kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Bajara Mêrdînê yê HDPê Salîh Kuday û Seroka Odaya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem jî heye.(ÎLKHA)