Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ji bo bal bên kişandin li ser îhlalên mafên mirovan ên ku li tevahîya cîhanê nexasim jî li welatên Îslamî tên kirin dê “10ê Kanûnê Roja Mafên Însanan a Cîhanê” bê tertpkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ewê moderatortîya panelê ji teref Parêzer Hasan Bozdaş ve bê kirin û ew ê Alîkarê Serokê Giştî û Berpirsê Karên Hiqûqê yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz, Serokê Giştî yê MAZLUM-DERê Ramazan Beyhan, Serokê Giştî yê Cemîyeta Mafên Mirovan Parêzer Mehmet Karadag, Serokê Giştî yê OZGUR-DERê Ridvan Kaya, Serokê Yekîtîya STKyên Tirkistana Rojhilat û Cemîyeta Maarîf ê Tirkistana Rojhilat Hidayet Oguzhan, Nivîskar- Rojnameger Faruk Kose û Parêzer Muhammed Sabir Firat beşdarî panelê bibin.

Panel dê di 10ê Kanûnê di seat 20.30î de li Navenda Çandê ya Kazliçeşmeya Zaytînburnuya Stenbolê bê tertîpkirin.(ÎLKHA)