Hat ragihandin li Delhîya Nûya paytexta Hindistanê di febrîqayeke çanteyan de şewat derket, di encama şewata ku derket de 43 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Şewat li herêma Aanaj Mandîyê derket. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 50 kesên ku di fabrîqê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)