Hisaba erebî yê Elî Xamaneyê Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê ji teref Facebookê ve hat girtin. Ji girtinê re "îhlalkirina rê û rêbazan" hat nîşandan.

Berî niha Instagrama ku platforma medyaya civakî ye hisabên Serokê Sererkanîyê Muhammed Bakirî, Fermandarê berê yê Muhafizên Şoreşê Muhammed Elî Caferî, Serokê Îdareya Çavkanîyên Însanî yê Hêzên Çekdar Musa Kemalî û hisaba Îzzetullah Zergamîyê Serokê Sazîya Televîzyon û Radyoyê girtibû.

Qerara ku qala wê tê kirin hema piştî ku Amerîka Artêşa Şoreşê ya Îranê bi şikleke fermî xistibû lîsteya rêxistinên terorê re hatibû dayîn.(ÎLKHA)