​Hat ragihandin ji ber berfa ku ji doh êvarî ve dibare li Kurdistana Tirkîyê rêya 128 gundan hat girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Agirî, Erzerom û Erzîncanê ji doh êvarî ve berf tesîra xwe zêde dike. Ji ber berfa ku dibare rêya 128 gundên ku girêdayê Agirî, Erzerom û Erzîncanê hatin girtin.

Ji bo rêyên gundan bên vekirin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)