Ji heftîya borî vir ve li parêzgehên Kelantan û Terengganuya Malezyayê baran dibare, ji ber baranên ku zêde dibare lehî rabûn û gelek mal di bin avê de man. Ji ber lehîyên ku rabûn heta niha 16 hezar kes ji malên xwe hatin tahlîyekirin. Ji ber bobeleta ku pêk hatiye heta niha 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Rayedarên hikûmetê destnîşan dikin ji bo li her du parêzgehan tedbîrên zêde  bên standin ew ê xebatan bidin destpêkirin.(ÎLKHA)