Hat ragihandin li Rihayê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyona ku hat lidarxistin de 8 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 8 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; ji 8 kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin tewqîfkirin, kesek bi şerta kontrola edlî hat berdan û 5 kes jî ji teref meqamên edlî ve hatine serbestberdan.(ÎLKHA)